Karbidestên Îraqî dibêjin li zincîreka peqîna li seranserî Bexda nêzîrkî 80 kes hatin kuştin û 310 kesên dî birîndar bûn, û evro çarşembî bo xwînavî terîn roj li paytextê Îraqê ewêt vekêşana hêzên şerkerên Amerîkî li bajêrên Îraqî roja 30 meha 6.
Yek ji hêrişên bi bombeyan, nêzîkî wezareta derve hat kirin û pencerên avahîya perlemana Îraqê şikandin.
Karbidestên Îraqî dibêjin çend hawinek li nav Green Zone keftine xar, ku jimareka zora balyozxanên biyanî û nivîsîngehên hikûmetê li wê deverê hene.
Herweha bi hawina hêriş ser avahîya parêzgeha Bexda hat kirin û otombîlek birex wezareta diravî ya Îraqî li bakûra Bexda peqî.
Peqîneka dîş taxê Salihîye li naverasta Bexda hejand.