Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herdu berbijarên hilbijartina serokatîyê li Afganistanê serkeftina xwe radigihînin


Bizava jinûve hilbijartina serokê Afganî Hamîd Karzayî dibêje ew serkeftineke balkêş werdigirin di hilbijartina duwê ya welatî de bo serokatîyê.

Karbidestên hilbijartina serokatîyê û ya parêzgehan li Afganistanê ji roja pêncşemê were heta niha dengan dijmêrîn û çaverê tê kirin ku encamp dinav çend rojan de bêne eşkere kirin.

Belê serokê bizava hilbijartina Karzayî Dîn Muhammed roja înê ji ajansên dengûbehsan re got encamên destpêkê nîşan didin ku Karzayî bi şêweyek balkêş li pêş e û hewce nine ku hilbijartineke din li pey wê bê kirin.

Herwisa peyivdarê Wezîrê Derve yê berê Abdullah Abdullah yê ku şareza digotin nêzîktirîn rikeberê Karzayî ye, ew îddîa pûç dike û dibêje Abdullah piranîya dengan wergirtîye.

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê li Afganistanê dibêje wan piranîya dengan jimartîye belê herwisa tu îddîayên herdu alîyan jî piştrast nekirîye.

Ji alîyekî din ve karbidestên rojava pesnê Afganistanê dan piştî hilbijartinên roja pêncşemê

Sekreterê Giştîyê NATO gotî hilbijartina wekî serkeftina derbarê tenahîyê de û gote ew belge ye bo biryar dana xelkê Afganistanê bo avakirina demokrasîyetê.

Peyivdarê Seraya Sipî Robert Gibbs gote peyamhinêra ku gelek xelk tehadîya îhtîmala hêrîşa Talîban kirin, şîyana xwe bo hikumeta bêt li Afganistanê da xuya kirin.

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî kiryarên tundûtîjîyan mehkum kir yên ku li hinek bajarên mezin hatine kirin, dibêje ew xelkê berpirsyar beramberî wan hêrîşan mebesta wan ew bû ku rokê li dengê xelkê Afganistanê bigrit.

XS
SM
MD
LG