Kovara
Îsraîl Kurd li bakûrê Iraqê li Herêma Kurdistan derdêçît û bûye egera turebûna
hinek alîyan.
Damezirênerê wê kovarê Davûd Baxistanî dinav hevpeyvînekê de ku hevkar Janî
Diylan pêk anîye jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka axiftîye.
Birêz Baxistanî dibêje wan ev kovar deranîye bi bîr û nihêrîna vegerandina
Chuyên ku jimareke mezin li Îsraîl dijîn û ji welatê xwe yê Kurdistan bi
zordestîya rejmê hatine derêxistin karibin li gorî wê banga Iraqî bo vegerîna
welatê xwe vegerin Kurdistanê.
Rêzdar Baxistanî dibêje berê herçende televizyoneke wan hebûye bi nave "Mafê
Mirov" û kovareke wan bi navê "Maf" belê destûr ew mecale nedida ku bi serbestî,
demokrasî û ciddî bîr û bawerîyên xwe ragihînin ji ber wê yekê jî ku niha li
Kurdistan ev mecale bi ciddîyet hene wan ev kovar deranîye.
Davûd Baxistanî rastîyekê rohn dike û dibêje ev ne mesela Kurd û Îsraîl e
mesela Kurd û Îsraîl linavbera hikumeta Bexda û welatê Îsraîl e ev mesele ya
Kurdên Chu yên ku bi zorê ji welatê xwe hatine derxistin û em bang dikine wan
ku vegerine welatê xwe.
Rêzdar Baxistanî li ser mesela têkelîya Kurdan digel Îsraîlê dinav van demên
hessas de dibêje her çiqas têkelîya Turkîya, Qeter, Behreyn û Misr û piranîya
dewletên Erebî digel Îsraîl heye ême ji weke netewek mafê me heye ku pêywendî û
têkelîya me digel Îsraîl hebe.
Ev kovar bi tîpên Erebî û bi zimanê Kurdî tê belav kirin û heke daxwaz û
piştevanî ji Kurdên ku bi tîpên latînî dixwînin hebe ew dixwazin bi tîpên
latînî jî ev kovar bê belav kirin û herwisa dixwazin çend rûpel jî bi zimanê
Îngîlîzî derînin.