Bi nêzîk bûna pêt û alevên şewatê berbi xanîyên wan li bakûra Atîna, dengê rûnîştîyan bilind dibin, hîn ji wan direwin, hîn digîrîn û hinekên din jî dûayan dikin.
Zedeyî du hezar agirvêmerên Yûnanî, bi alîkarîya 12 firokan hawar çûnê, destbi bizavekî nû kirin ku alevên gûr yên şewata, Maraton, li nêzîkî paytaxt Atîna vemîrînin. Pênc helîkopterên avrijêr bê rewastan bizavê dikin, bo nêhelana alavên gûr bo taxên rûniştinê û li hindek cîyan jî biser ketine. Şewatê ku roja Înîyê destpê kirîbû li dêvereke bi firehîya 50 kîlometre belav bûye. Agirvêmer ku gelek ji wan ji Înîyê vir ve raneketine,berdewam bûn heta sibehî xebitîn ku pêşî li alavên gûr bigirin.
Gelek kes, rexneyên giran li hikûmetê digirin ku bi têra xwe bizava hawar çûnê nekirîye û hinek maxdûr jî gilî-gazincan kirine ku hikûmet wan têne hîştîye.
Karbidestên Yûnanî, roja Yekşemê li Atîna, rewşa awarte îlan kirin û ferman dan 10 hezar kes ku malên xwe biterkînin.
Gelek Yûnanî bawer dikin ku destê avakêrên xanîyan di vê şewata mezin da hene ku daristanan dişewtînin da ku li cîyê wan xanî û avahîyên nû ava dikin.
Serokwezîrê Yûnanîstan Kostas Karamanlîs, Yekşemê şev geheştê navenda kontrol kirina bizavên vemirandina şewatê û daxûyanîyeke da. Wî got, rewş berwewam xirab e lê ew bi hemî kanînên xwe hewil didin ku şweata mezin vemirînin.