Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Qayde berpirsiyariya xwe hemberî hêrişên 19 Texabê li Bexda ragehand


El-Qayde berpirsiyariya xwe hemberî hêrişên heftiya bûrî bo ser wezaretên Îraqî li Bexda ragehand.

Li wan hêrişan bi kêmî ve 100 kes hatin kuştin û 500 kesên dî birîndar bûn.

Di beyannamekê de, ku li malpereka ser bi wê giropê belav bû, El-Qayde ragehand ku hêrişberan wezaretên Diravî, Berevanî û Derve kirin armanc.

Hikûmeta Îraqî ragehand ku hêrişber ser bi partîya Ba’asin û li Sûrî bûn.

Roja sêşembî Îraqê balyozê xwe li Dîmeşqê vekêşa û dawa li karbidestên Sûrî kir du kesên gumanlêkirî teslîmê Îraqê bikin. Di bersiv de Sûrî balyozê xwe li Bexda vekêşa û dawa li karbidestên Îraqî kir bi belgeh axaftina xwe pişitrast bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG