Jêderên nêzî rêberê Şî'ayên Iraqê Evdilezîz El Hekîm dibêjin ku rêberê oldar koça domahîyê kirîye.
Hekîm li nexweşxaneyeke Îranê dihate çareser kirin bi nexweşîya şêrpenca sîyê anku kezebê.
Hekîm bi têklatîya xwe ya nêz digel Îranê dihat nasîn û wî rêberîya Civata Bilinda Îslamîya Iraqê kiribû ku ev grup yek ji bihêztirîn grupên Şî'a yen Iraqê bû.
Li meha şeş-Xizîranê serokê Iraqê Celal Talabanî li Tehranê seredana rêzdar El Hekîm kiribû li demê ku li wir çareserî li oldarê navdar dihate kirin.
Gelî guhdaran Samî Şoreş nivîser û şarezayê siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê di hevpeyvînekê de digel hevkarê me Ahmed Barzanî dibêje koça Hekîm karîgerîyeke negatîfane dike li ser Encumena Bilinda Îslamî ya Iraqê ku yek ji bihêztirîn grup e linav Şî'ayên Iraqê.
Birêz Şoreş herwisa balê dikşîne ser têklatîya baş ya navbera rêberên Kurdan û rêzdar Hekîm ku li salên 1963 û 64 an Seyîd Abdul Muhsîn El Hekîm bavê Evdilezîz El Hekîm herçende hikumeta Iraqê jê xwestibû ku Fetwa li dijî Kurdan derîne, wî ew red kiribû û dibêje wefat kirina Evdilezîz El Hekîm dê tesîrê gelekî bike li ser Kurdên Şî'a.
Heke hûn bixwazin li dirêjîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe li bernama îro ya 9ê serê sibehê guhdarî bikin li nav nûçeyên rojane li ser rûpela malpera me ya bi navê Audioyên Kurdî.