Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kurmanc Gundî jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka behsa Senator Edward Kennedy kir


Proposal: ASSISTANCE TO THE MEDICO-LEGAL INSTITUTE OF BAGHDAD

Senatorê koç kirî Edward Kennedy li 47 salên buhurî li Civata Senatorên Amerîka kar kir û rêberek wisa bû ku dinav dost û neyarên xwe de weku "Şêrê Senatê" dihate nasîn. Mirina Ted Kennedy tesîrek mezin dide ser civata sîyasî ya Amerîka.

Li ser vê babetê hevkar Heyder Kerîm digel Dr. Kurmanc Gundî serokê Kongreya Neteweya Kurd li Amerîka ya Bakûr hevpeyvînek kirîye.

Rêzdar Gundî dibêje "Ted Kennedy dengekî zelal bû li dijî sîyaseta derveya Seraya Sipî eger sîyaseta wê ne maqul bûya. Rêberek bû ku bîr û nêrîna wî hebû li warê aştîya cîhanî, dijî şerr bû, dijî şerrê Vietnamê bû, yekem senator bû ku li Senatoya Amerîka dijî sîyaseta George W. Bush ya bo êrîş kirina ser Iraqê deng deranî, navberîya Înglîzistan û Îrlandayê kiribû. Ew ne tenê bo Demokratan belê bo Amerîka jî xesareteke mezin bû."

Herwisa Dr. Kurmanc Gundî dibêje ew programên ku Senator Edward Kennedy pê binavûdeng bû bernameyên partîya Demokratin, ne ku wê dev jê bê berdan lê belê bi mirina Senator Kennedy piştavenkî girîng bo wan bernameyan ji dest çûye herwisa nifuza malbata Kennedy jî kêmtir dibe.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine dirêjîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe fayla dengî ya destê rastê klîk bikin û guh bidine bernama 9ê sibêhê li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav Nûçeyên Rojane.



XS
SM
MD
LG