Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî li Iraqê 16 xalên çavdêrîyê li navçeyên ku piranî Kurd lê dijîn dadimêzirînin


Proposal: ASSISTANCE TO THE MEDICO-LEGAL INSTITUTE OF BAGHDADWeku hengaveke nû bo parastina navçeyên parêzgeha Nînova hêzên Amerîkî 16 xalên çavdêrî li van navçeyên ku piranî Kurd lê dijîn dadimêzirînin.

Haso Nermo qaymaqamê qezaya Şêxan bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka behsa kombûna xwe kir ya bi şandeka Amerîka bi serokatîya Patrick Thomas konsule giştîyê Amerîka li Musil û fermandarê hêzên Amerîka li wî bajarî.

Birêz Nermo dibêje pêwistîya damezirandina hêzeke hevbeş ya pêşmerge û herdu supayên Amerîka û Iraq li wan navçeyan heye û wî herwisa behsa çendin pirsên din jî kir weku pêdivîya xelkê Kurd bo dabîn kirina bûtçeyekê di xizmet û projeyên deverê de li gorî nifus û jimara Kurdan li wê deverê.

Qaymaqamê Şêxan herwisa behsa damezirandina 14 hezar serbaz û polis li Musil û beşdarbûna Kurdan Ii vê hêzê kir

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine direjîya vê raport û hevpeyvînê ji kerema xwe guh bidine bernama 9ê sibêhê li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav Nûçeyên Rojane.


XS
SM
MD
LG