Di hevpeyvîneka Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, rojnamevan û sernivîskarê malpera Avesta (www.avestakurd.net) Dilbixwîn Dara, derheqa rewşa penaberên Kurdên ji Surîye dike. Li gorî peymana li navbêra Almanya û Surîye, li sala 2008-an hatîye îmza kirin, Almanya biryar daye ku penabarên Kurdên Surîye, ku serîlêdana wana penaberîyê nehatîye pejirandin, bizivirîne Surîyê. Dara dibejê “bi vê biryara xwe ya sîyasî û nehûqûqî, Almanya dixwaze hejmara bîyanîyan kêmtir bike. Jiber vê yekê jî Kurdên Surîyê dersînor dike. Gelek malbatên Kurdan hene ku li nav tirs û fikaran da dijîn ku ji alîyê polîsê ve werin dersînor kirin.”
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bikin.