Polîsê Iraqê dibêje bi du êrîşên cuda yên
xwekujî li bakûra Iraqê bi kêmî ve 15 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî
birîndar bûne.
Polîs dibêje êrîşa yekê li destpêka roja şemîyê li bajarokê Şergatî
qewimîye ku polis dibêje êrîşbirê xwekuj bingeheke polîsan ji xwe re kirîye
armanc bi kêmi ve neh kes kuştîye û çendîn kesên din jî birîndar kirîye.
Hêrîşa duwê jî du demjimêr paş a yekê hat ku li Şengal li nêzîkî Musil pêk hat
û çend kes têde hatin kuştin dema ku otomobîlek hate teqandin.
Ev êrîş dawîtirîn êrîş in di nav tundûtûjîyên Iraqê de bi taybetî li bakûra
welatî cihê ku asayîş li hember cihên din sisttir e.
Li ser vê babetê peyamhinêrê me Emîr Goran ji Musilê raportek şandîye.
Peyamhinêrê me dibêje qeza Şengal yekek e ji bajarokên ku
nifusa lê dijî bi piranî Kurd in û bale dikşîne ser daxwaza General Odierno bo
hêzêke sê alîyane bo parastina deverê. Li ser pêk anîna vê hêzê jî peyamhinêrê me Letîf Nîrweyî ji Silêmanîye raportek şandîye.