Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî radiginît ku berhemînana opyumê li Afganistanê bo sala duwê li ser yek hatîye xwar


Di rîportekê de ku evro çarşembîyê hatîye belav kirin, Ofîsa Neteweyên Yekgirtî bo Muxadderat û Tawanî radigihînît ku çandin û berhem înana opyumê vê salê 22% kêm bûye.

Opyum pêkhata serekî ya heroinê ye.

Berhem înana opyumê heta li herêma Helmend, bingehê hêzêt Talîbanê ji hatîye xwar.

Balyoznama Amerîkî li Kabul di beyannamekê de ragihand ku ew raporta Neteweyên Yekgirtî nîşan dide stratejîya nû ya Amerîkî li dijî beng û muxadderata zor girîng e jibo berhengar bûna xirabkarîyê li Afganistanê.

Karbidestên rojavayê bawer dikin ku bazirganîya opyumê li Afganistanê pare jibo grupên çekdarî yên weke Talîbanê berdest diket.




XS
SM
MD
LG