Di çarçovê wan
hewl û bizavên ku ji layê welatên îqlîmî ve têne kirin bo asayî kirina rewşa
pêywendîya linavbera Iraq û Surîya, Urdun jî mil bi milê Îran û Turkîye destê
navciwanîyê dirêj dike.
Bo wê mebestê êvara duhî şandeka hikumeta Urdun bi serokatîya birêz Nadir'l
Dehabî serokwezîrê Urdun gihîşte bajarê Silêmanîyê û ji layê birêz Talabanî
serokkomarê Iraqê û jimareka berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê
hat kirin.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê raportê ji kerema xwe
guh bidine bernama me ya 9ê sibehê li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav
nûçeyên rojane.