Îro, roja şemîyê bombeyek teqîya li nêzî karwaneke hêzên Alman li bakûra Afganistanê, rojek paş komandarên leşkerîyên Alman fermana êrîşa asmanîya NATOyê dan li wê deverê, ku bûbû egera kuştina 90 kesan û gelek ji wan sivîl bûn.
NATO daxwaz kirîye ku lêkolînek bête kirin li ser êrîşa asmanî ya roja înê ku pê du kamyonên bi barê sutemenî hatibûn teqandin.
Karbidestên Alman dibêjin wan ew ferman dabû jiber tirsa ku wê ew kamyon weku teqemenî bêne bikaranîn di êrîşeke xwekuj de li dijî hêzên Alman yên li nêzî wê deverê.