Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemal Burkay behsa rûdanên nû yên li ser pirs û doza Kurdî li Turkîye kir


Nivîskar û siyasetvan û herwisa Sekreterê Giştî yê berê yê Partîya Sosyalîst li Turkîye Kemal Burkay di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdîya Dengê Amerîka behsa rûdanên nû yên li ser pirs û doza Kurdî li Turkîye kir.

Birêz Burkay dibêje ev rûdan di dîroka Turkîye de weku pêngavên baş û nû ne. Belê rêzdar Burkay herwisa rexne li Partîya Civaka Demokratîk DTP jî digre ku ew bixwe ji bilî axaftina digel Ocalan tu bernameyekê pêşkêş nakin jibo çareserkirina vê pirsê.

Rêzdar Burkay dibêje ew bixwe bawer nakin ku guhorînên mezin ji nişkêva bibin belê hîvî dikin ku proseyeke çáreserîyê gav bi gav hêdî hêdî bê destpêkirin.

Gelî guhdaran heke bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê ji kerema xwe fayla dengî ya li alî rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG