Nunerê
parêzgha Musil li Parlamana Iraq Ahmed Şebek di hevpeyvînekê de digel Pişka
Kurdîya Dengê Amerîka axift li ser kêşe û teqînên li Bexda ku guman heye Surîya
dest tê de hebe.
Birêz Şebek li ser danana hêzeke hevbeş bo parastina deverên kêşe li ser dibêje
ew bizav gelek di cih de ye û hê divîya ku gelek berê ev yek hatibûwa kirin.
Herwisa dibêje daxistina sinor dê tesîreke girîng a aborîyê hebe li ser hem
Iraq û hem jî welatên cînarên din jî.
Rêzdar Şebek dibêje tehammula Iraqê li hember Surya nemaye û divê ku Surya du sê kesan teslîmî Iraqê bike da ku mesele çareser bibe eger na mesele mezintir dibe.
Gelî guhdaran heke bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê ji kerema xwe fayla dengî
ya li alî rastê klîk bikin.