Bi awayek edetî meha 9, li neteweyên yêkgirtî, mehek bi kar û bare, liber ku ew di wî demî de rêberên cîhanê jibo behs û dan û sitandinên salê li Civata Giştî ya Neteweyên Yêkgirtî kom dibin.
Îsal, serokatiya Civata Tenahiyê ji aliyê Amerîka ve hevdeme li gel wê çendê û, ew yek dê derfetê berdest bikit kombûnên girîng di astên herî bilind de pêk bên.
Balyoza Amerîka ji bo Netewyên Yêkgirtî, Susan Rice gote rojnamevanan ku babeta herî li pêşiyê di civîna Civata Tenahiyê de li jêr serokatiya Amerîka, dê sengî kirina ser berhem ne anîna çekên navokî bit. Ew jî hatiye diyar kirin ku li 24-ê meha 9 bête girêdan û dê ji aliyê Serok Obama ve bi rêve biçit, ku dê bit yêkim car serokek Amerîka kombûnek Civata Parastinê sergêrî bikit.
Rice got: “Ev gera roniştinê dê bi awayek berfireh sengiyê bikit ser berhem ne anîna çekên navokî û ji çek kirina navokî bi giştî, ne li ser hinek welatên taybet. Tiştên serekî ku dê bikevin ber bas, dê control kirina çekan û ji çek kirina navokî, û bi hêz kirina peyman nameya NPT, û red kirin û rê girtina li bazirganiya qaçax ya çekan û saxlem ragirtina kerestên navokî bigire xwe.”
Balyoz Rice got ew çaverê dike ku hijmarek zav, lê ne hemî, li 15 endamên Civata Tenahiyê di astê serokên welatî yan hikûmtan ve bêne niwêneratî kirin. Serokê Lîbya Mu’emmer Qezafî jî dê di nav wan rêberan de cih bigre, yê ku welatê wî kursiyek ne herdem di nav wê civatê de heye.
Birêz Qezafî, kesatiyek bi kêşe kevtiye ber gile û gazindên navneteweyî li ber hindê li wê daviyê wek qehremanek niştîmanî li Lîbya pêşwazî li tawanbarê teqîna Lockerbie, Abdul Basit al-Meqrahî kir, yê ku liber nesaxiya bikoj ya şêr pencê ji zindan Birîtaniya azad bû.
Balyoz Rice got di rastî de her Amerîkiyek bi wê pêşwaziya li Meqrahî hat kirin dil giran bû. Rice got: “Vêca ka Serok Qezafî demê pişikdarî civîna giştî ya Civata Tenahiyê li New Yorkê dibit, dê bi awayekê xwe rêk bêxit ku wan hest û îhsasan zêdetir bi azirînit yan na.”
Wek edetek Netewyên yêkgirtî, serokê Amerîka dê li yekim roja dest pêkirina dan û sitandinên salê li 23ê meha 9 gotarekê arastey Civata Tenahiyê bikit. Dihête çaverê kirin ku Serok Obama sê rojan li Netweyên Yêkgirtî derbaz bikit.
Dinav programa asayî ya Civata Parastinê de, dê got û bêjên li dor erkê Aştî Parêzên Neteweyên Yêkgirtî li Haytî cih bigirn. Îsal zû, Sikirtêrê Giştî Ban Kî-moon serokê berê yê Amerîka Bill Clinton wek nûnerê xwe yê taybet ji bo Haytî dest nîşan kir, û Balyoz Rice ragehand ku birêz Clinton dê pişikdarî dan û standinên heftiya bêt bibit.
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton jî dê vê mehê li netewyên yekgirtî bit, û pişikdarî kombûnek Civata Parastinê bibit ku dihête çaverê kirin têda biryarek li ser parastina jinan li herêmên alozî tê de bêt pesend kirin. Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.