Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedema hêrişeka xwekujî heşt kes li Îraqê hatin kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema hêrişeka xwekujî nizîkî bajêrê Remadî, li rojavaya Îraqê, bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin û 13 kesên dî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin hêrişberekê xwekuj bi otombîleka bomberikî roja duşembî hêriş kire ser xaleka vekolînê li dervey bajêrê Felluce. Çar efserên polîsê di wê hêrişê de hatin kuştin.

Bajêrê Remadî li parêzgeha Enbar e û berî çend salan bingehê bihêzê xirapkaran bû, belê astê tond û alozî bi cûrekê berçav li wê parêzgehê hatinee xar piştî eşîretên Sunnî li sala 2006 piştevaniya leşkerê Amerîkî kir li şerê dijî El-Qayde.

Herweha bi sedema zincîreka hêrişan roja yekşembî bi kêmî ve pênc kes li Musil hatin kuştin.

Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG