Di hevpeyvîna havkarê me Robîn Reşvan de, nivîskar Ahmedê Hepo ku rêvebirê Pişka Kurdî ya Radyoya Azerbeycan e, ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re, qala gotûbejên çareserîya pirsa Kurdî li Tirkîye dike û li ser bandorên wan gotûbêjan li Azerbeycanê dpeyive. Birêz Hepo dibêje “Kurdên Azerbeycanê pir şa na wekî pirsa Kurdî berbi çareserîyê ve diçin. Her wiha, hem jî sîyasetvanên Azerî, hem jî civata Azerî bi saya wan pêşketinan, bi erênî diguherin”
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bikin.