Wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates dibêje pêdiviye welatên hevalbendên Amerîka li cîhana Erebî şiyanên leşkerî yên xwe bihêz biken da ku weneken Îran bibîte xwedan çekê navokî.
Di hevpeyvînekê de digel televizyona El-Cezîre ya Erebî roja sêşembî, birêz Gates got eger bernama navokî ya Îranê berdewam be, renge berîkanêyeka çekên navokî li herêmê dest pêbike.
Hevdem, wezîrê derve yê Îranî Manûçehir Muttekî got Tehran roja çarşembî dê pêşniyarên nu derbarê bernama navokî pêşkeşî mezin hêzên cîhanê dike.