Malpereka reformist a Îranî evro çarşembîyê ragihand ku desthilatdara karbidestekî opozisyonê desteser kirîye ku lêvekolîn dikir li ser îşkencedana xwenîşandera piştî hilbijartina serokatîyê.
Malpera www.mowjcamp.com ragihand ku Alîriza Beheştî roja sêşembî hat girtin. Beheştî alîkarekê nêzîkê rêberê opozisyonê Mîr Huseyn Musevî ye û serokê komîsyonekê ye ku vekolînê li ser zêdegavîyên piştî hilbijartinan diket.
Li van dawîyan wî got ku pitir ji 70 kes hatine kuştin li demê ne tenahîya piştî dubare hilbijartina miştûmir li ser ya serok Ahmedînejad.
Roja sêşembî desthilatdarên Îranî nivîsîngeha berbijarê serokatîyê yê sernekeftî Mehdî Kerubî girt. Peyivdarê partîya siyasî ya Kerubî Îsmaîl Geramî Muqaddem dibêjît karmendên parastinê bi fermana dadpirsekî giştî bargehên partîyê girtin û dawa li Kerrubî û endamên hizbî kirin da li nav baregehê nemînin.
Muqaddem herwiha got ku karmendên parastinê dest bi ser belgenama û komputera girtin.
Gelî guhdaran li ser vê babetê hevkar Belên Salih hevpeyvînek kirîye digel Dr. Abbas Welî mamosteyê li Zanîngeha Îstanbul li Turkîye, ku mamoste dibêje helwesteke yekgirtî li navbera reformîstên Îranê nine.
Herwisa li ser girtina nivîsîngeha Mehdî Kerrubî û rewşa opozisyonê li Îranê peyamnihêra Dengê Amerîka Jessica Desvarieux raportek ji Qahîre şandîye. Hûn dikarin li ser rûpela me ya Audiyên Kurdî li nav nûçeyên rojane li nav bernama 9ê sibehê guh bidine van herdu nûçeyan.