Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka soz dide ku bi şêweyeke ciddî bala xwe bide pêşnîyaza Îranî


Amerîka û hevalbendên wê digel Grupa 5 û Almanya ya dibêjin P5+1 sengî kirîye ser Tehranê bo li vê mehê bersivekê bide beramberî pêşnîyaza wan ya pêdaçûn li ser kirîye li meha çar, ku têde li hember hinek alîkarîya bikit ku Îran zax kirina uranyumê rawestîne û vegere bo danustandina sebaret bi bernama navokî ya xwe.

Niha pêşnîyaza Îranê berdest e, rêveberîya Obama demûdest dest bi şora digel endamê wê grupa welatên desthilatdar dikit û sozê dide ku pêşnîyaza Tehranê dê micid be sebaret bernama navokîya wê.

Wezîrê Derveyê Îranê Menûçer Muttekî bi fermî pêşnîyaza Îranê roja çarşembîyê da destê dîplomatên grupa P5+1 li Tehranê.

Balyozê Swîsrî yê ku nunerîya berjewendîyên Amerîka li wê derê dikit li şûna Amerîka ew pêşnîyaz qebûl kir.

Gelî guhdaran heke bixwazin li dirêjîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe guh bidine bernama me ya radyoyê li ser rûpela Audioyên Kurdî li nav nûçeyên rojane di bernama 9ê serê sibehê de.



XS
SM
MD
LG