Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hêrîşeka xwekuj li ser gundekî li bakûra Iraqê bi kêmî ve 23 kes hatine kuştin


Bi hêrîşeka xwekuj bi qamyoneke bombekirî li gundekî Kurdan li nêzîkî Musilê li bakûra Iraqê pitir ji 23 kesan hatîne kuştin û gelekî dî jî birîndar bûne.

Peyamnihêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Emîr Goran li Musilê radigihîne û dibêje

Bi teqandina otomobîleke barhilgirî bombebarkirî li gundekî Kurdan yê bi navê Werdek li rojhilata Musilê bi kêmî ve 23 kesên sivîl hatine kuştin û zêdeyî 29 kesên din jî birîndar bûne.

Polîsê qezaya Qaraqoş ragihand ku hêrîşbir bi rêya maşîneke bombhilgir li tamamê demjimêr 12ê nîvêşevê li naverasta gundê Werdek yê ser bi qezaya Qaraqoş xwe û otomobîla xwe ya bombebarkirî teqandîye ku nêzîkî 16 xanî jî jiber wê êrîşê hilweşîyane.

Polîs herwisa dibêje hewla teqandina otomobîleke dinî bombebarkirî jî hebû li heman gundî belê paş kuştina terorîstê xwekuj ji alî hêza pêşmerge ve hêrîşa duwê hatîye pûç kirin.



XS
SM
MD
LG