Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistanê peyivdarekî Talîbanê li Dola Swatê girtîye


Leşkerê Pakistanê dibêje wê pênc rêberên bilindên Talîbanê girtine ku yek ji wan peyivdarê wê yê sereke ye li Dola Swat.

Peyivdarekî leşkerî Athar Abbas roja înê got du milîtanên ku hatine girtin, peyivdar Muslim Xan û komandarê Talîbane Mahmud Xan jibo girtina her yekî 120 hezar dolar hatibû pêşkêş kirin.

Abbas giritna wan weku "kiryareke serkeftî" binav kir.

Wî tu agahîyek zêdetir û hûrtir neda belê rojnameke bi zimanê Îngîlîzî li Pakistanê(The News) dibêje herdu zilam navberîyê dikirin di danûstandinên aştîyê de digel hikumetê.

Wezîrê Navxweyî yê Pakistanê ev yek înkar dike û dibeje jibo Talîbanê du rê hene " an dê bêne girtin an jî dê bêne kuştin."

Hikumeta Pakistanê li dawîya meha çar Nîsanê dest bi kiryarekê kiribû bi armanca deranîna Talîbanan ji devera Dola Swat.

Leşker dibêje wê Talîbanan ji piranîya deverê deranîye belê car carna şer û lêkdan dîsa jî di qewimin.


XS
SM
MD
LG