Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Êrîşa 11ê Îlonê tê bi bîranîn


Îro,yazdehê meha neh dibe salvegera heyşt ya êrîşa 11'ê meha neh sala 2001 li ser Amerîka û hevwelatîyên Amerîkî bi saz kirina rêûresmên yadkirina matemî ew roj bibîrtînin û alayên Amerîkî heta nîvcû anîne xwarê.

Li ser vê yekê serokê Amerîkayê Barack Obama ev roje weku roja "xizmet û yadwerî " binav kir belê rexnegir dibêjin binav kirina vê rojê bi vî awayî dibe eger bo jibîr kirina qurbanîyên wê êrîşê.

Biryar e serok Obama serokatîya rêûresmên matemî li yadewergeha Pentagon birêve bibe û hevdem Joe Biden, cîgirê serokî jî li New Yorkê gotarek pêşkêş bike, herwisa Collin Powel Wezîrê Derveyê Berê rêûresmên ayînî li yadewergeha nêzî Shanksville Pennsylvania birêve bibe.

Gelî guhdaran li ser vê babetê çendîn hevpeyvîn û raport li nav bernameyên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hatine belave kirin. Yek ji wan hevkar Janî Dilyan digel Dr Emîr Hesenpûr, pisporekî Kurd ê Îranî û herwisa professor li Zanîngeha Toronto hevpeyvînek kirîye ku têda Dr. Hasanpur dibêje ev bûyer ne tenê li ser Amerîka belê li ser hemû cîhanê tesîr kirîye.

Herwisa di bernama Panorama da rêzdar Zana Rostayî li Serkirdayî Komeleyî Îslamî û Çîmen Salih, rojnamevana li Hewlêr li ser vê babetê axiftine. Heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya van beşên programên me ji kerema xwe, guh bidine bernama 9ê sibehê li nav nûçeyên rojane li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî.


XS
SM
MD
LG