Karbidestên parastina saxlemîya Iraqê dibêjin di encama teqîna du bombeyan de li Bexdayê sê kes hatine kuştin û alîyê kêm 35 kesên din jî birîndar bûne. Li dor wê çendê peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Goran Tewfîq ji Bexdayê radigihîne.
Evro şemî, li nêzî Wezareta Saxlemî ya Iraqê teqîn qewimîye
ku dikeve navçeya Babilmuazzam a li bakûra Bexda û li garajeke ragirtina
otomobîlan bûye.
Cihê gotinê ye ku li heman cihî de mezargeheke Şî'a lê ye û weku yek ji sefîrên
Îmam Mehdî tê nasîn, bombayek lê hatîye teqandin û yek ji nobetdarên mezargehê
birîndar bûye.
Li dema çûna derveya nivêj xwendina nîvro jî li heman mezargehê bombeyek din
teqîyaye û heyşt birîndar jî li wir ketine.
Hêjayî gotinê ye navçeya Babilmuazzam ku li nav Wezareta Saxlemîya Iraqê û
şahrî bijîjkî ji heft nexweşxane pêk hatîye û baregaheke fermande ya 11 Supayên
Iraqî lê ye weku navçeyeke stratejîk û qerebalix e li Bexdaya paytexta
Iraqê. Herwiha li demên çûyî de çendîn
karên terorîstî lê qewimîne.