Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ragihand ku bernama navokî ya Îranê pirsa serekî ya kombûnekê dibe


Welatên Yekgirtîyên Amerîka ragihand ku bernama navokî ya Îranê pirsa serekî ya kombûnekê dibe ku çaverê tête kirin digel Îranê bête kirin her çende Îranê red kirîye ku bahsê vê babetê biket.

Peyivdarê Seraya Sipî Robert Gibbs dibêjît berpirsyarîya Îranê ye ku xwo ji bernama ne qanûnî ya çekên navokî dûr bike û wî goteve armanca Amerîka ye li danûstandina digel Îranê.

Roja eynî Amerîka û welatên mezinên hêzên cîhanê razîbûna xwo ragihand beramberî pêşnîyareka nû ya Îranê bo encam dana danûstandina, herçende Tehranê ragihandibû ku danûstandinê li ser bernama navokî nake.


XS
SM
MD
LG