Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi mezin hêzên cîhanê re kom dibe


Îranê razî bûna xwe ragehand bo kombûnê digel şeş welatên mezin hêzên cîhanê li meha bihêt ji bo bas kirina pirsa aborî ya cîhanê û arîşên parastinê.

Christina Gallach, peyvdara berpirsê rêbaza derve ya Yeketiya Ewropî Javier Solana roja duşembî got ku kombûn roja yekê meha 10 dihêt lidarxistin.

Gallach got çaverê dihête kirin niwênerên Amerîka, Rûsya, Çîn, Ferensa, Berîtaniya û Almaniya di wê kombûnê de pişikdar bin.

Medyaya Îranî ragehand ku berpirsê navokî yê Îranî Sa’îd Celîlî û di peywendiyeka telefonî de digel Solana roja duşembî razî bû ku kombûn bihêt lidarxistin, belê cihê kombûnê nehate ragehandin.

XS
SM
MD
LG