Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Husên Habêş li ser 100 salîya Professor Qanatê Kurdo dipeyive


Îsal, li seranser cîhanê 100 salîya zimanzan û rewşenbîrê Kurd tê pîroz kirin. Professor Kurdo xwedîyê gelek berhemên hêja, li ser ziman û zaravayên Kurdî afirand ku xebateka biha giran hêla bo gelê xwe. Qanatê Kurdo, ji 1960-an heta koça xwe ya dawî, serokatîya Pişka Kurdzanîyê li Enstîtûya Rojhilatnasî kir.

Professor Kurdo, her wiha endamê Akademîya Kurdî ya Bexdayê jî bû. Bi helkeftina 100 salîya Kurdo gelek seminar, konferans û nîşandina filmên derheqa jîyan û berhemêm wî tên lidar xistin. Li ber e, meha pêş li Duhokê û meha cotmehê jî, li Dîyarbekirê çendîn bernameyên bîr anînê bêne çêkirin.

Li ser van rêze bernameyên li ser Professor Qanatê Kurdo, hevkarê me Robîn Reşvan hevpeyvînek kirîye, ligel helbestvan û lêkolînêr Husên Habêş ku di heman demê de, şagirtê Kurdo yê herî dawî ye. Birêz Habêş dibêje, xebatên mamoste Kurdo gelek hêja û biha giran in loma me di bin serwerîya Professor Zara Ûsîv de, komîteyek afirandîye ku berhemên wî jî Rûsî wergerînin Kurdî da ku xwendevanên Kurd bikaribin afirandinên wî bixwînin. Her Kurdekî/e ku dixwaze Professor Kurdo bibîr bîne, dikane bi xwendina kîtebeka wî vê yekê pêk bîne.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG