Cîgirê serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîka Joe Biden digel
karbidestên Iraqî kom dibe li roja duwê ya seredana xwe ya bo Bexda ku paş gihêştina
wî li Bexdayê roja sêşemê bi êrîşên muşekan sê kes hatibûn kuştin.
Ji alîyeke din ve Leşkerê Welatên Yekgirtîyên Amerîka ragihandîye ku hêzên Iraqî
û Amerîkî sê militant destgir kirine bi gumana encam dana êrîşên bi topan bo
ser Navçeya Kesk a hikumeta Bexda.
Milîtanan roja sêşembî sê top avêtibûn Navçeyê çend demjimêr paş gihîştina
cîgirê serokkomarê Amerîka Joe Biden li Bexda bo kombûna digel karbidestên
Iraqî û leşkerê Amerîka.
Çaverê tê kirin ku Biden evro digel rêberên Iraqî kom bibe bo axaftina li ser
hilbijartinên netewî li meha yek ya sala bihêt.
Roja sêşembîyê wî gotibû ku dengdaneke serkeftî pêdivî ye bo çareser
kirina cudahîya li navbera civatên Kurd, Şî'a û Sunnî yên Iraqê.
Wî herwisa got "dibe ku"Iraq referandumeke niştimanî bike li ser peymana
tenahîyê digel Welatên Yekgirtî li destpêka sala bihêt. Birêvebirina peymanê li destpêka vê salê
destpêkiribû ku li dû wê yekê divê Amerîka heta dawîya sala 2011 hemu hêzên xwe
ji Iraqê vekêşe.
Herwisa li ser vê babetê hevkar Belên Salih digel Fuad Huseyn serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê hevpeyvînekê kirîye.
Di hevpeyvînê de birêz Huseyn behsa rola Amerîka di çareserîya kêşeyên siyasî yên Iraqê de dike û herwisa qelsîya siyasetmedarîya li Iraqê li ser çareser kirina pirsên welatî bixwe. Bi bawerîya rêzdar Huseyn çareser kirina kêşeya navbera Ereb û Kurdan bi alîkarîya Amerîka dê paş hilbijartinê bibe.
Heke hûn bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê ji kerema xwe guh bidine bernama me ya radyoyê ya 9ê sibehê li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî, linav nûçeyên rojane.