Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behroz Gelalî li ser seredana DTP bo Herêma Kurdistana Iraqê peyivî


Vê dawîyê şandeka Partîya Civaka Demokratîk a Turkîyê DTP, bi seredan gehîştîya Herêma Kurdistanê û digel desthilatdarên wê Herêmê dîdar û hevpeyvîn kirine. Li dor wê çendê Hêmen Mamereş hevpeyvînekê kirîye bi rêzdar Behroz Gelalî re, nunerê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê li Ankara, ku bi şandê re ew jî çûye Silêmanî.

Rêzdar Gelalî dibêje projeya aştîyê ku egera vê seredanê ye, pedivî bi hevkarî û alîkarîya hemû alîyan heye.

Birêz Gelalî dibêje jiber ku di demên buhurî de ji dema Ozal heta niha serokê Iraqê Celal Talabanî di danana binaxeya proseya aştîyê de beşdar bûye, dê şande digel wî de kom bibe û ev yek jibo Turkîye dibe derfetek bo çareser kirina kêşeya Kurdî.

Rêzdar Gelalî herwisa got ev mesele proseyeke dûrûdirêj e, jê re wext û sebr dive, belê hemû alî dixwazin ku ev şer bisekine û rawestandina şer di berjewendîya hemû alîyan de ye.

Jibo mana heyetê dibêje ew roja sêşembî gihîştine Herêma Kurdistanê, roja çarşembî li Hewlêrê bûne, digel serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî kom bûne, êvara çarşembîyê jî digel Mekteba Siyasî ya Yekîtîya Niştimanî kom bûne, sibêdaye roja pêncşemê jî bernameke tije li ber wan e û rêzdar Gelalî dibêje ew bixwe jî gelek kêfxweşin ku şande li mala xwe, li welatê xwe mêvanin.

Gelî guhdaran heke bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe guh bidine bernameyên me yên radyoyê li ser malpera me, bi taybetî li ser rûpela Audioyên Kurdî îro guh bidine bernama yekê nîvêşevê linav nûçeyên rojane.

XS
SM
MD
LG