Sekreterê Gişîtî yê NATO Anders Fok Rasmussen pêşnîyara hevkarîyeke nû ligel Rûsya kir ku-- nav de karê hevbêş ya berevanîya mûşekî heye.
Di axaftina xwe ya Înîyê, li Brukselê, birêz Rasmussen got, divê hewildaneke hevbêş bête kirin, bo dijwarîyên ewlehî ya sedsala 21’ê. Wî got, divê Rûsya roleke girîng bileyze û bibe hevkarek bo ewlehîya Ewrûpa û cîhanê. Rasmussen got, pêdivî ye NATO, Rûsya û Welatên Yekgirtî, di demeke rêkûpêk de bicivin, da ku sîstema berevanî ya mûşekî gotûbêj bikin.
Balyozê Rûsya bo NATO Dmitry Rogozin , pêşnîyarên Rasmussen erênî û avakêr binav kir û got, divê hemî alî bi hevre sebaret pêşnîyarên heyî binirxînin.
Tekîlîyên navbêra Rûsya û welatên rojava, piştî hilweşana Yekîtîya Sovyetê germtir bûbûn. Lê, li salên dawî peywendî xirabtir bûbûn, piştî bizavên Rûsya yê zede kirina bandora xwe li welatên komunîst yên berê li rojhilata Ewrûpa û her wiha, şandina hêzên xwe bo Gurcistanê.