Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, bajarvanê Sûr ya Dîyarbekirê, Abdullah Demîrbaş behsa xîzmetên pirzimanî yên bajervanîya xwe dike. Birêz Demîrbaş dibêje, xîzmetên jibo gel, divê bi zimanê gel be, loma me biryar da ku di xîzmetên beledîyê de, zimanê gelemê me biaxifin. Xencî tirkî, em Kurdî jî bikar tînin ku zimanê 72 % gelê Dîyarbekir e. Her wiha, em zimanên din, wek Ermenkî, Suryanî, Erebî jî kar tînin ku xîzmetên rindtir bidine gelê xwe. Mixabin, jiber van projeyên me, em rastî gelek dijwarîyan tên. Li hember min, heta niha 24 doz hatine vekirin û 98 sal cezayê zindanê bo min tê xwestin.
Gelî guhdaran, heku bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.