Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Barack Obama bi helkefta cejna Remezanê peyamek taybetî bo Musilmanan şand

"Li demê Musilman li Welatên Yekgirtîyên Amerîka û li seranserî cîhanê meha remezanê bi dawî îna û cejna Remezanê destpêkir, hevjîna min Michelle û ez pîrozbahîyê li Muslimana dikeyn.

Cejn bi helkefta bi dawî hatina 30 roj û şevên rojî û nivêj û xwendina Qur'anê bûye, belê heta digel ahengên cejnêj hizr û bîra Musilmana ya li nik wan kesên ku destûdarên wan xirab e wekî ew kesên tûşî hejarî û birsîyê û şer û kêşa û nexwoşîya bûyne.

Bi dirêjîya meha Remezanê civakên Musilman zekatê diden da ku hemi Musilman bişên cejnê biken. Herwekî min li Qahîrê got rêveberîya min kar diket da piştrast biket ku Musilman bişên kar û pêgirîyên xêrxwazîyên xwo bicih bînin ne bi tenê li demê Remezanê, belê bi dirêjîya salî. Bi navê gelê Amerîkî em pîrozbahîyê li Musilmanên Amerîka û seranserê cîhanê dikeyn bi helkefta vê roja pîroz.

Cejna hingu pîroz bît."

Barack Hussein Obama
Serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîka


XS
SM
MD
LG