Leşkerê Amerîkî ragihand ku bi sedema keftina
xwara helîkopterekê li Iraqê serbazekî Amerîkî hat kuştin û 12 serbazên dî yên
Amerîkî birîndar bûn dema helîkoptera li cure Black Hawk şeva şembî linav
bingehê asmanîyê Beled kefte xwar ku nêzîkî 70 kîlometre li paytextê Iraqê dûr
e.
Leşkerî demûdest nave qurbanîyan an sedema keftna xwara helîkopterê eşkere
nekir.
Li bakûra Iraqê bi peqîna bombeka ser rêkê li bajarê Musil zarokek hat kuştin û
du kesên dî birîndar bûn, û her li wî bajarî çekdaran polîsekî Iraqî kuşt.
Bi layekî dî ve desthilatdarên Iraqî sê kes desteser kirin bi tawana qeçax
firotina antikên talankirîyên Iraqê.
General Abdulemîr El Zeyîdî roja şembîyê gote peyamhinêran ku heyşt parçên antik
ji wan peykerê şahekî Sumerî li bajarê Kerkukê dest bi ser hatine girtin.