Herêma Kurdistana Îraqê operasyonên kompaniyeka Nerwîcî ya petrolê ragirt.
Wezareta derametên xwezayî ya Kurdistanê moleta şeş heftiyan daye kompaniya DNO International da ku ew ziyana gehandiye navê hikûmeta herêmê rast bike.
Hikûmeta herêmê herweha dawa li DNO International dike kêşe û aloziyên xwe digel borsa Oslo çareser bike.
Borsa Oslo ragehand ku DNO International bi agehdarî ve sehim (stok)-ên xwe firotîne wezîrê derametên xwezayî Aştî Hewramî û wezîrîş ew stok firotîne kompaniyeka Tirkî.
Borsa Oslo bawer dike ku wezîrê herêmê Hewramî qazanc ji wê rêkeftina bazirganî wergirtine, belê hikûmeta herêmê vê gotinê red dike.