Wezîrê Derveyê Îsraîlê kombûna serokwezîr Netenyahu digel serokê Felestînê û serokê Amerîkî bi kombûneke serkeftî navbir jiber ku ew kombûn bêy şert û merc û pêşwext birêve çû li du gotina wî.
Avigdor Lieberman evro çarşembî gote radyoya Îsraîlê ku hikumetê nîşan da ku çênabît xwe teslîm biken an berdanan biken.
Felestînîya gotibû ku ew danûstandinên aştîyê destpênakineve heta Îsraîl avakirina akincîgeha jibo malbatên Cuhuyan li Kenara Rojava û Urşelîma rojhilat ranegrit.
Washington piştevanîya vê helwesta Felestînê dike belê serokê Amerîka Barack Obama piştî kombûna New Yorkê ya roja sêşembî got ku pêdivî ye herdu alî amade bin berdanana biken.