Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berev hilbijartinê cawazîya bîr û rayên layane sîyasîyên Kerkukê zêdetir dibe


Be pêy lêdwanî zorbeyî layane-siyasîyekanî Kerkuk way bo deçên hilbijartinî parlamanî Iraqî le Kerkuk legel parêzgehekanî dîtirî Iraq berêwe nêçêt.

Wa biryare mangî yekî 2010 hilbijartinî parlamanî Iraqî le seranserî Iraq da birêwe biçêt, balam le Kerkuk layane siyasîyecewazekan sebaret bem helbijartine bîr û rayî cawazyan heye.

Cêgirî parêzgarî Kerkuk Rakan Cibûri sebaret be bîr û rayî Ereb be Dengê Amerîka rageyand rêjeyî dengderan le çend salanî rabirdu zor ziyadî kirduwa. Le rabirdu 350 hezar kes dengî dabû balam êsta le komisyon 765 hezar dengder tomar kirawa. Rakan pê waya ew geşe kirdine le daniştiuwan da le Kerkuk siruşti nîye. Wek layanî Erebîj çawerêy biryarî parlamanî Iraqî dekin ke lî jneyek pênaw bo lêkolînewa le nawekanî komîsyon.

Herçî neteweyî Turkman le nezarî Hesen Torhanewa ke nunerî Turkman e le Encumenî Parêzgah pê waya, ew hilbijartine le katî xoy da nakirêt, çûnka êma bew rêjeye razî nabîn ke êsta le komîsyon tomar kirawa ew jimarey heqîqî nîya. Le wulamî pirsyarekîda eger biryar dira bewey ke ew nawaney le Komîsyon tomar kirawa hilbijartin birêve biçêt, ew gotî şikayet le Dadgehî Federalî le ser ew jimarey tomar dekêyn herwiha berpirse Turkmanekey gotîjî êma legel hilbijartindayn le katî xoy da belam be pişgertin be hilbijartinekey 2005.

Herçî netewyî Kurd le şarezarî cêgirî serokî Encumenî Kerkuk Rêbwar Talabanî delêt Kurd legel ewa dira ke helbijartin le katî xoy da le Kerkuk cêbecê bikrêt.

Gelî guhdaran heke bixwazin li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe li bernameyên me yên radyoyê guhdarî bikin li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav Nûçeyên Rojane bi taybetî li bernama nehê serê sibêhê.


XS
SM
MD
LG