Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dermanek AIDSê cara yekê ye nexweşîya HIV bi rêjeya 1/3 kêmtir kirîye


Lêkolînerên Amerîkî û Taylandî dibêjin dermanek AIDSê cara yekê ye nexweşîya HIV bi rêjeya 1/3 kêmtir kirîye.

Di axaftina xwe de li konferanseke li Bangokê, karbidestekî bernameya lêkolînên li ser HIV yê artêşa Amerîkayê dibêje tevî ku encamên ceribandinên wan ne bilind bin jî, hêvîyeke nû daye wan ku li paşerojê dermanek bo nexweşîya seranserê cîhane bête peyda kirin.

Karbidestên Amerîkî û Taylandî dibêjin perpûna ceribandî metirsîya nexweşîyê 31% kêmtir kirîye linav 16 hezar pişikdarên dilxwestî yên Taylandî ku tevlî vê xebatê bûne.

Ajansa UNAIDS ya Neteweyên Yekgirtî dibêje her roj 7500 kes tûşî vê nexweşîyê dibin. Li sala 2007an du milyon kes jiber AIDSê miribûn.


XS
SM
MD
LG