Çîn dubare da zanîn ku danana toleyên aborî li hember Îranê nikane rê li bernameya navokî ya wî welatî bigire. Berdevka Wezareta Derva ya Çîn Jiang Yu, roja Pencçemê gote peyamhinêran ku danana toleyên aborî û zext û zorî ne rêka çareser kirina wê kêşê ye.
Daxûyanîyên Çînê di demeke ûsa da tên ku, rêberên cîhanê li kombûna Neteweyên Yekbûyî behsa bernameya navokî ya Îranê dikin. Serokê Rûsya Dimitry Medyedev, piştî hevdîtina xwe ligel Serokê Amemrîka Barack Obama daxûyanîke da rojnamevanan. Wî roja Pencşemê got, gelek caran danana toleyan çare peyda nakin, lê hîn caran, bilî danana cezayên wî rengî ti rêken dîn namînin.
Rûsya wekî hevalbendê Îranê tê zanîn û derbarê danana toleyên aborî li hember Îranê de gelek xemsar bû.