Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Çalak, endamê parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift


Endamê Parlamana Iraqê li ser Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanê Azad Çalak di hevpeyvînekê de jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser rewşa sîyasî ya berî hilbijartinên Iraqê axift.

Wek ku tê zanîn li vê dawîyê serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî ragihandîye ku ew bixwe jî hevpeymanîyekê datîne ku bi navê Hevpeymanîya Dewleta Qanûnî ye. Jibo cawazî û cudahîya vê hevpeymanîyê û ya ku berê di hilbijartina encumenên parêzgehên Iraqê de beşdar bûbû rêzdar Çalak dibêje;

"Cawazîya ku heye ew e ku hinek alîyên siyasî yên din çûne nav vê hevpeymanîya nû. Lîsta Îhtîlafa Niştimanî dinav xwe de negihîştîye bernameke hevbeş belê dûr nine ku li du ragihandina encamên hilbijartinê wek careke din rûnên bi piranîya nav parlamana Iraqê bi destê Îhtîlafê, bi destê Şî'ayan û bi şêweyeke giştî jibo wergitina posta serokatîya encumenê wezîran. Bi dîtina min hewldana wan berdewam e bo vê meselê, Lîsta Niştimanîya Iraqî ku rikeberek bihêzî Lîsta Dewleta Qanûnî ya Malikî ye û hewisa alîyên Sunne jî ku du beşin, ew jî bi şêweyekê hewl didin ku bibine yek."

Li ser pirsa ku gelo ev cudahîya linavbera Şî'ayan bandore nade ser rêjeya kursîyên wan li nav parlamana Iraqê rêzdar Çalak dibeje;

"Weku hun bixwe jî dizanin Lîsta Îhtîlafa Iraqî ya Yekgirtî bi lîsteyekê dabezî û hemû pêkhatinên siyasî li Lîsta Îhtîlaf kom bûye û wan teklîf kir ku hikumetê pêkbînin li du destûrê ku mezintirîn Lîst hikumetê pêk bîne. Belê eger ev herdu list cuda dabezin kes nizane ku wê kî piranîya dengan wergire ka 70 an 80 kursî dê li bigihîje destê kîjan alîyî."

Herwisa rêzdar Çalak li ser hevpeymanîyeke paşerojê linavbera herdu alîyan dibêje "Jiber îhtîmala cudahîya wergirtina jimara kursîyan Lista Îhtîlaf ya berê hewl dide jibo destkeftîyan ji dest nede, her çewa be rêkbikevin û jiber wê jî Malikî pêwîstî bi wê heye ku ligel wan alîyane rune û piranîya daxwazên wan bi cîh bîne da ku ew jî razî bibin ku ew bibe serokê encûmenê wezîran."

Li ser pirsa ka gelo raste wek ku Malikî herdem dibêje ew kêşeyên tîreyî naxwaze li nav siyaseta Iraqê, rêzdar Çalak dibêje hemu alî dema behsa keşeyên tîreyî tê kirin dibêjin ew li dijî wê yekê ne belê her dema ku bizavek dive bê kirin, an komîsyonek an wezîfeyek bê danan, her yek ji wan alîyên sîyasî dixwazin merivên xwe têde bi cîh bikin. Bi dîtina min ji çareser kirina van meseleyên tîreyî, tundrêyî, yekgirtinê zêdetir wext dive."

Di bersiva wê pirsa da ku dengderên Iraqê li ser çi binçîne û bingehê deng didin, rêzdar Çalak dibeje;

"Cudahîya kêmanîyan bingehê dengdanê ye, Kurd dengê xwe didine Kurdan, Şî'a dengê xwe didine Şî'ayan û Sunne jî didine Sunneyan. Belê di vê hilbijartinê de tiştek guhorîye ku ev listen nû ku têne danan bizavê dikin ku ji kêmanîyên din jî tevlî lîsta xwe bikin û weku lîsteke niştimanî di hilbijartinê de beşdar bibin.


XS
SM
MD
LG