Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babeta vê carê ya bernama Hello Washington Kombûna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ye


Weku hemu rojên eynî îro jî li 1ê paş nîvro bi dema Washingtona paytext (demjimêr 9:30ê êvarê bi dema Îranê, 9ê êvarê bi dema Îraqê, 8ê êvarê bi dema Turkîyê û Surî) programa zindî ya Hello Washington tê belav kirin.

Mijara Bernama Hello Washingtona vê carê Kombûna Salane ya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ye ku têde Sekreterê Giştî yê rêkxistinê bang li rêberên cîhanê dike ku hevkarîyê bikin li ser kêşeyên cîhanî yên weku germbûna hewa anku seqayê, nehêlana çekên navokî û hejarîya li cîhanê.

Mêvanê bernamê Dr. Xeyyad, mamosteyê li zanîngeheke li Swêdê ye û mêvandarên bernamê hevkar Muteber Şîrwanî û Heyder Kerîm in.

Jimar ji bo kesên ji her alîyê cîhanê:

1-202-619-3861 (Telefona operatora navneteweyî bikin û jêra bêjin hun dixwazin li ser kîsê vê jimarê telefona wê bikin).

Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect) 0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin peywendî bi Medya re biken, jimare 1-202-619-3861).




XS
SM
MD
LG