Serokê Amerîka Barack Obama roja eynî got armanca
wî ya bingehîn li Afganistanê ew e ku dem û dezgehên terorîstî ya El Qaîde bîne
linavbirin û şîyana wê ya pêkanîna êrîşan bo ser xelkê li seranserê cîhanê bê
têkşikandin.
Birêz Obama demê li civîna bilinda Grupa-20 li Pittsburgh, wilayeta
Pennsylvania di axift got seqamgirî li Afganistanê û Pakistanê jibo wî erkî
gelek girîng e û da zanîn ku piştî çendîn salan mana li Afganistanê hevalbendêt
NATO pêgirbûnêt bihêz bi wê bizavê cîbicî kirine.
Serokê Amerîka got stratejîya Afganistanê pêdaçûnê di wê proseyê de diket ku li
destpêka karê xwe wî îşaret kiribû û huşdarî da ku çi bersivên tekuz nine jibo
wan pirsyarên zehmet bo ew tevda berev rûnin.