Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Parlamana Iraqê Ahmed Enwer li ser pirs û babetên nav parlamanê axift


Sebaret pirs û babetên nav parlamana Iraqê û herwisa daxwazkarîyên grupa Kurdî linav wê parlamanê, endamê lîjneya qanunî ya parlamana Iraqê Ahmed Enwer dinav hevpeyvînekê de ku hevkar Belên Salih pêkanîye, jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka di axivît.

Li ser pirsa ku giftûgo li ser qanuna hilbijartinê ya Iraqê gelek e, ku careke din pedaçûn li serê bê kirin belê gelo girift çîye li ber parlamanê ku hêjta ev qanune pesend nekirîye, rêzdar Ahmed Enwer dibêje "Nikarin qanuneke nû derbaz bikin lê belê dikarin tadîlatê li serê bikin; bi taybetî li ser beşên wê yên kêşeliser bi taybetî li ser meseleyên weku ya Kerkukê."

Jibo giftûgoya li ser Kerkukê jî rêzdar Enwer dibêje; "Dabeş kirina bi sê beşên yeksan li Kerkukê weku peşnîyaz hatîye peşkêş kirin, parlaman ev birîye ber Mahkemeya Îttîhadî, dadgehê jî gotîye ku mafê dengdanê destûrî ye û dabeş kirina li dijî encamên hilbijartinê ne qanunî ye, vêcarê bizav heye ku ew dengên zêde yên ku dibêjin hatine tomar kirin bibe rêgeyek din ku hatîye xwestin lîjneyek jibo wê bê danan bo pêdaçûn li serê. Ev tiştekî asayî ye û Komîsyona Bilinda Hilbijartinê heye ku biryarên wê dikarin bibine ber mahkema temyîzê. Belê eger bêt û jibo Kerkukê guhorîn bê kirin, alîyê Kurdan dê nehêle ku muameleyeke taybet bi tenê bo Kerkuk bê danan."

Herwisa jibo behsa gendelî kirina dinav Komîsyona Bilind de rêzdar Enwer dibêje ev yek bi mebestek sîyasî ye û jibo îddîayên ku dibêjin Lîsta Kurdistan dinav parlamanê de rê digre li ber gelek qanunên wek gaz û niftê an jî ya hilbijartinê, birêz Enwer dibêje ev îddîa gelek ne rewa ne.



XS
SM
MD
LG