Gotûbêjên navbera Îran û welatên hêzdarên cîhanê
sebaret bi programa navokî li Swîsrayê destpêkir.
Dîplomatên Welatên Yekgirtîyên Amerîka, Rusya, Çîn û Brîtanya, Fransa û herwiha
Almanya bi micidî dê bizavê bikin ku Îranê razî bikin da ew bernama xwe ya
navokî rawestîne.
Welatên rojava di wê xemê de ne ku Îran bizavê dike çekeke navokî çêbike belê
Îran dibêje ew uranyumê jibo mebestên aştîyane zax dike.
Li dema ku danûstandina pir alî li Genevê birêve diçe, karbidestên Amerîkî
dibêjin dibe ku danûstandinên du alî li navbera karbidestên Îranî û dîplomatên
Amerîkî bên kirin.
Ajansa peyamên Reuters li ser zarê karbidestek Amerîkî dibêje dê Amerîka di
kombûna roja pêncşemê de gefeya toleyên zêdetir li Îranê neke. Belê herwisa got heke bêt û pêdivî be
Washington amade ye ku piştra dawa toleyan bike li dijî Îranê.
Neteweyên Yekgirtî heta niha bi sê cureyên toleyan danîye ser Îranê jiber
bernama wê ya zaxkirina uranyumê.