Topxanê leşkerê Komara Îslamîya Îranê bi demê saetekê bi
dijwarî sinorê çendîn gundên ser bi nahîya Jarava û Sengeser topbaran kirin û
gelek ziyan gihandine rez û bax û derametê cotyarên wê deverê.
Li ser wê topbaranê jêderên emnîyên devera Qela Dizê dibêjin şevî dî hêzên
Îranê bi dijwarî gundên Maradu, Alîya Reş, Şinawe sinorê Dulek û Kew, Tengî,
Cîxunke ser bi nahîya Jarawa û gundên Sergeynêl û Sînamokê û Soredê û Aşqulqe
ser bi nahîya Sengeser li sînorê qeza Qala Dizê topbaran kirin.
Li gor wan jêderan herçende wê topbaranê çi ziyanên
giyanî nebûyne lê gelek ziyanên maddî gihandine rez û baxên cotyarên wê deverê
û carek din derbiderbûna cotyarên xwedî terş û kewal li wê deverê destpêkir.
Cihê gotinê ye bo demê çend saleke bo egera topbarana hêzên Komara Îslamîya
Îranê çendîn gundên wê deverê li sinorê qeza Qela Dizê, xelkên wan deveran
aware û derbider bûne û di rewşeke dijwar de dijîn.