Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama bizavê dike ku Olîmpîkên sala 2016 li Chicago bêne kirin


Serok Obama gehêşte bajarê Kopenhagen da bo cara domahîyê daxwaza destveanîna mafê mêhvandarî kirina yarîyên Olîmpîk bo havîna sala 2016 li bajarê Chicago li Amerîka biket.

Serok Obama 25 salan li bajarê Chicago jîya û wî behsê dîroka Chicago û xelkê wê cuda cuda kir. Wî got " Pitir ji hemi tiştekî ez dixwazim li gel malbata xwo, ligel Michel û ligel herdu keçên xwo li Chicago pêşewazîya cîhanê bikem. Di destpêka vê çerxê ew welatê ku xelkê seranser cîhanê bandora xwo li ser hebûye, derfeteka dî dixwazît ku carek din delîvek hebît jibo vejandina şîyanên bizava yarîyên Olîmpîkê û Olîmpîkên kesên seqet û kêmendam."

Hevjîna wî Michelle Obama jî digel wî amade bû. Ew li Chicago mezin bûbû li taxeka karkeran. Wê bahsê babe xwo kir dema yê nexwoş û behsê wan bîr û baweran kir, yên ku babê wê nîşa wê dayîn. Wê got "Eger wî dîtiba yarîyên Olîmpîkên kesên seqet û kêm endam ligel yarîyên Olîmpîkên asayî bihevre bên kirin, eger wî dîtiba yarîvan serdikevin û xuya diken ku tiştê herî bihêz şîyanên mirovan e, ka çewa wî şîyanên min vejandin da yên wî jî ewha hên vejandin."

Li domahîya gotara xwo serok Obama got ew dê şanazîyê pêdabin eger bajarê Chicago bêt hilbijartin bo mêhvandarîya yarîyên Olîmpîkê. Wî got kes ji vê biryarê xembar nabît.

Şareza pêşbînî diken ku bajarê bêt hilbijartin dê bi tenê bi ferqa sê, çar dengan serkevît.


XS
SM
MD
LG