Vekolerên Amerîkî dibêjin jinên ku berî bi hal kevin
qelew yan zêde qelew bin, metirsîya giriftarîyên dilî bo zarokên wan 18% zêde
dibe.
Vekolînekê ji alîyê navendên kontrolkirin û pêşgirtina nexweşîyan ve hatîye
kirin aşkira kir ku gelek rengên giriftarîyên dilî bo zarokan peyda bûn dema
dayîkên wan qelew yan zêde qelew bûn li pêş ew zarokên ku ji dayîkên giranîyeke
asayî bûyîn.
Lêkoleran vekolîn li ser 25 giriftarîyên dilî yên cûda kirin, diyar bû deh ji
wan kêşeyên dilî girêdayî qelewîyê bûn.
Vekolînê herwisa xuya kir ku ew jinên qelew, lê ne zêde qelew metirsîya
giriftarîyên dilî nêzîkî 15% bo zarokê zikî da zêde bû.
Diktor pêşnîyar diken ew jinên qelew û zêde qelew ku dixwazin zarokek hebît
ligel diktorekî bi axivin da ku bigehin giranîyek saxlem li pêş zarokek hebît.