Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Parma li welatê Fîlîpînê da


Karbidestên Filipînê dibêjin bahozeke mezina Tayfunê li parêzgeheke bakûrê welatî daye, ku pê dar qelibîne, elektrîk qut bûye û banên xanîyan hilweşîyane.

Karbidest dibêjin ku Tayfuna Parma ku bi zimanê xwecihî wek Pepeng tê nasîn evro roja şembîyê li parêzgeha Cagayan li erdê daye belê hêjta agahî nine ku kes pê mirîye an na.

Li Manila çaverê dihate kirin ku lehîyeke mezin rabe belê ji ber ku bahoz berev bakûrve çû av ranebû li paytexta ku heftîya buhurî bahozeke mezin bû egera lehîyekê ku di nav deh salên buhurîde ya mezintirîn bû.

Seroka Fîlîpînê Gloria Arroyo fermana "rewşa karesatê" û valakirina şeş parêzgehan da li vî welatê giravî.

Komandarê hêza Amerîkî li devera Pasîfîk Admiral Timothy Keating dibêje du keştîyên Hêza Deryayî ya Welatên Yekgirtî ku çend sed serbazên marîn lê siwarin, li qerexê Manila amade ne ku alîkarîyê bikin piştî ku bahoza Tayfunê derbaz bibe.


XS
SM
MD
LG