Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Kombûnên Jinêva digel Îranê ta radekê serkeftî bûn.


Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton û wezîrê berevanî Robert Gates dibêjin kombûnên Jinêva ya heftiya bûrî nêvbera Îran û mezin hêzên cîhanê ta radekê serkeftî bûn.

Birêz Clinton got di wan kombûna de alîyên pişikdar bi sê xalan razî bûn.

Wezîra derve got Îran razî bû beşeke uraniyoma xwe binêrîte dervey welatî, rêkê bidete lêvekolan seredana navendên navokî bikin û di vê mehê de dîsa digel welatên mezin hêz kom bibe.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov roja duşembî got şeş welatên mezin hêz razî bûn alîkariyê bikin ji bo zax kirina uraniyomê bo riyaktoreka Îranî.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG