Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê 10 serbaz hatin kuştin


Wezareta berevanî ya Afganistanê ragehand ku 10 serbazên Afganî hatin kuştin û 100 çekdarên Talîbanê hatin kuştin an birîndar bûn.

Wezaretê ragehad ku şer û pevçûn li herêmên Helmand, li başûra welatî û Nuristan li rojhilata welatî hatin kirin.

Hevdem, serokê Amerîkî Barack Obama roja sêşembî li Seraya Sipî bi rêberên Kongirêsa Amerîkî re kom dibe ji bo bas kirina şerê Afganistanê.

Serok Obama herweha bi şîretvanên bilindên leşkerî û sîyasî re civiya ji bo pêdaçûnê bi rêbaza Amerîkî li Afganistanê.

XS
SM
MD
LG